Girtiyên li 56 zindanên Îranê li dijî îdaman ketin greva birçîbûnê
PeyamaKurd - Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ îro di hefteya xwe ya 121’emîn de daxuyaniyeke tund belav kir û ragihand ku girtiyên siyasî û yên asayî li 56 girtîgehên cuda yên Îranê (di nav de Evîn, Qezelhesar, Tebrîz, Meşhed, Urmiye, Sine û Zahedan) li dijî zêdebûna cezayên sêdareyê dest bi greva birçîbûnê ya heftane kirine. Di daxuyaniyê de rejîma "Velayat-e Feqîh" hat tawanbarkirin ku di du mehên dawî de kolanên bajaran veguhartine leşkergehan û cezayê mirinê wekî “amûra serekî ya tepeserkirina dewletê” bikar tîne daku tirsê bixe dilê civakê û rê li ber serhildanên nû bigre; lê belê hat tezekkirin ku ev tundûtûjî tenê tovên hişmendî û berxwedanê di dilê ciwanan de diçîne.
Darvekirina girtiyan û bangawaziya ji bo eniyeke berfireh
Daxuyaniyê bal kişand ser darvekirina girtiyê siyasî yê Belûc Ebdulcelîl Şehbahş li Zindana Zahedanê û çalakvan Mihemed Ebasî ku di xwepêşandanên giştî de hatibû girtin. Her weha hat şermezarkirin ku ji bo tolhildanê, dadgehên Îranê 25 sal cezayê girtîgehê li keça Mihemed Ebasî, lîstikvan Fatîma Ebasî birî ne û ew avêtine Zindana Evînê ku ev yek mînaka zexta herî hovane ya li ser malbatên daxwazkerên azadiyê ye. Di dawiyê de, endamên kampanyayê bang li hemû çalakvanên siyasî, sivîl, karker, mamoste û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ku li hemberî vê sîstema kuştinê bêdeng nemînin û ji bo rawestandina yekcarî ya darvekirinan, li seranserê cîhanê eniyeke hevbeş û yekdeng ava bikin.