TR KU SO
FB X
Cîhan

Graham: Ev felaket e, ji Kurdan re dia bikin, dê Erdogan bedel bide!

Admin H
Nivîskar
📅 09 cotmeh 2019 22:03

PeyamaKurd – Senatorê Komarî yê Amerîkayê yê bi bandor Lindsey Graham ku bi tundî dijî biryara Trump a destûra êrîşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de dabû, piştî destpêkirina êrîşên Tirkiyê li ser twitterê car din daxuyanî dan.

Graham got, “Heger nûçeyên medyayê rast bin û Tirkiye ketibe bakurê Sûriyê, felaketek pêk tê. Ji bo hevpeymanên me yên Kurd ji aliyê Trump ve bê şerm û fedî hatine terikandin dia bikin. Dê ev hemle bihêle ku DAIŞ ji nû ve xwe rêkbixe.”

Graham herwiha da xuyakirin ku dê hewil bidin ku Kongreya Amerîkî bedelekî giran bidin Erdogan û car din bang li Trump kir û got: “Ez hê ku wext heye pêşniyar li Serok Trump dikim ku rotaya xwe biguherîne û vegere ser konsepta heyî ya herêma ewle.”

Parve bike: