TR KU SO
FB X
Cîhan

Grossi: Uranyuma Îranê dikare li Qazaxistanê bêt depokirin

Admin H
Nivîskar
📅 30 gulan 2026 12:05

PeyamaKurd - Serokê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (UAEA) Rafael Grossi, ji medyaya Brîtanyayê re eşkere kir ku eger di navbera Amerîka û Îranê de lihevkirin bê kirin, stokên uranyuma dewlemendkirî yên Tehranê dikarin li Qazaxistanê bên depokirin.

Grossi da zanîn ku ev pêşniyar di civîna vê hefteyê ya li Astanayê de, rasterast ji aliyê Serokkomarê Qazaxistanê Qasim Comert Tokayev ve ji bo wî hatiye ragihandin.

Serokê UAEAyê destnîşan kir ku Qazaxistan amade ye mazûvaniyê ji stokên uranyuma Îranê re bike ku nêzîkî asta çêkirina çekan e.

Grossi tekez kir ku li wî welatî navendeke wan a ewle ya ku ji sala 2017an ve li bin çavdêriya navdewletî wekî "banka uranyumê" dixebite heye û ev rêkar dikare ji aliyê Tehran û Washingtonê ve bê qebûlkirin.

Parve bike: