TR KU SO
FB X
Cîhan

Grûbên Şîa yên Iraqê li hev nekirin û civîna xwe dan roja Înê

Admin M
Nivîskar
📅 22 nîsan 2026 22:01

PeyamaKurd – Civîna Çarçova Koordînasyonê ji bo sewrokwezîrê Iraqê destnîşan bikin, bi sedema li hev nekirin û negihan ti encamê, civînê dan paş roja Înê. Terefên Şîa wê çawa namzedê xwe bibjêrin û rêbazekî çawa bimeşînin, li ser wan nebûne hemfikir.

Sekreteriya giştî ya Çarçova Koordinasyonê îro an ku di 22 Nîsan 2026an de daxwuyaniyekî nivîskî belav kir û tê de got ku civînê dane roja Îna 24ê Nîsanê.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku berya wexta qanûnî biqede û karibin wext bibînin da muzakereyan bikin, divê derfetan bidin diyalogê.

Di mijara dengdana ji bo bijartina serokwezîr de; 2 rê tên pêşniyarkirin. Yek jê pêwiste namzed ji 12 lîderên endamên Çarçovê herî kêm dengê 8 (2/3) lîderan bistîne.

Fikra dinê jî ewe ku ne tenê lîder dengan bidin lê temamê parlementerên çarçovê bikevin dengdanê.

Li Bexdayê niha 3 namzed ketine ber hev û pêşbirkê dikin: Nûrî el-Malikî (Koalîsyona Qanûna Dewletê), Basim el-Bedrî (serokê Dezga Hesab û Edaletê) û Îhsan el-Awadî ku rêvebirê nivîsîngeha Sûdaniye û namzedê serokwezîrê niha yê Muhammed Şiya es-Sudaniye

Wexta fermî ya ji bo serokwezîr ya li gor destûrê; piştî bijartina serokkomar 15 roje ku ew jî dike; ji 11ê Nîsanê û pê de 15 roj .

Parve bike: