TR KU SO
FB X
Cîhan

Guran êrîşê ser miyan kir û 72 mîh telef bûn

Admin M
Nivîskar
📅 09 gulan 2026 16:33

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Kutahya li navça Simavê gur ketin hewşa miyan û 72 miyan kuştin. Li ser bûyerê tîmên cendirmeyan û rêvebiriya çandiniyê dest bi lêkolînê kirin.

Li bajarokê bi ser Simavê kesê ajalvan yê bi navê Zeki Çelebi, dema serê sibê diçe hewşa ajalan dibîne ku miyên wî perçe kirine û rewşê ji cendirme û rêvebiriya daristan û çandiniyê re dibêje.

Tîm, dema çûn ciyê bûyerê dîtin ku 72 mîh telef bûne û di hewşaê de şopên lingên guran hene.

Heywanên telef bûn wan kîoreç kirin û xistin binê axê.

Parve bike: