Hakan Fîdan bi hemkarê xwe yê Iraqî Fûad Huseyin re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan li Ankara bi wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyin re civiya. Piştî hevdîtinê, wezîr Hakan Fidan di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Ez, îro li Ankara bi pêşwazîkirina wezîrê karên derve yê Iraqê, birayê hêja Fûad Huseyin gelek şad bûm. Di hevdîtina me de, em li ser mijarên enerjiyê, bazirganî, gihandin û ewlehiyê de, ji bo hevkariya me ya piralî û projeyên hevpar axifîn.
Bi hedefa ku em sînorên xwe bikin nav hevkariya herêmî û geşepêdana hevpar, em projeyên xwe yên ji bo hûzûr û ewlehiyê didomînin. Di vê çarçovê de, em Proja Rêya Geşepêdanê datînin navenda refahê û girêdanê û ji bo me vîzyonekî stratejik dibînin.
Bi hemkarê xwe yê qedirblind re, di derbarê pêşeçûnên li herêmê û navdewletî de, me dan û sitendina ramanan kir. Em îstîqrar û ewlehiya birayê Iraqê ji îstîqrar û ewlehiya xwe cuda nabînin. Pêwendiyên me li ser baweriya dualî, di her sehayê de, dê dewam bikin û em ê pêşde bibin.”