Cîhan
Hamaney: “Gera keyfî caîz nîne”
PeyamaKurd-Serokê olî yê Îranê Ayetullah Hamaney bi sedema koronavîrusê ragihand k udi çarçoveya berlêgirtina koronavîrusê de, eger pêdivî tinebe, caîz nîne ku mirov bo kêfê bigere. Hamaney di televizyona dewletê de ragihand ku divê herkes bo tedbîrên koronavîrusê li pey ferman û şîretên wezareta saxlemiyê û rêxistina têkoşîna bi koronavîrusê re here. Hamaney di fetwa xwe de weha got:
“Eger mecbûriyet nebe, qedexeye ku kes derên bo rêwîtiyê. Divê herkes tedbîran bicîh bîne. Derketina rê ya keyfî caîz nîne.”