Hegseth: Em dikarin dorpêça ser Îranê bêdem bidomînin
PeyamaKurd - Wezîrê Bergiriyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Pete Hegseth, di serdana xwe ya bo Panamayê de ji rojnamevanan re ragihand ku ji ber rawestîna danûstandinên agirbestê, kêmbûna nefta cîhanî û bilindbûna aloziya herêmî, Amerîka dikare dorpêça deryayî ya li ser Îranê bêdem berdewam bike.
Hegseth tekez kir ku Artêşa Amerîkayê ji bo domandina vê dorpêçê ku zirareke mezin dide aboriya Îranê, binesazî û kapasîteya pêwîst di dest de heye û got: "Hêza Deryayî ya DYAyê dikare vê yekê berdewam bike, lewra em keştiyên xwe bi dorvegerî dişînin herêmê û paşve dikişînin."
Wezîrê Xezîneyê yê DYAyê Scott Bessent jî ragihand ku ew plan dikin ku zirarên darayî yên hîn mezintir bidin aboriya Îranê. Bessent di bernameya "Rob Schmitt Tonight" a li ser kanala Newsmaxê de axivî û eşkere kir ku di hefteya pêş de dê biryarên nû werin ragihandin.
Bessent bal kişand ser asta dijwar a cezayên nû û got: "Di dîroka tecrîda aborî ya li dijî welatekî de, em ê rêkar û gavên ku berê tu carî nehatine dîtin li dijî Îranê pêk bînin."