Cîhan
Hejmara miriyên erdheja Japonyayê gihîşt 38 kesan
PeyamaKurd - Bîlançoya erdheja bi mezinahiya 7.1 pileyî ku hefteya borî li eyaleta Kumamotoyê ya Japonyayê rû dabû, roj bi roj girantir dibe.
Li gorî zanyariyên ku ji Parêzgeriya Kumamotoyê hatine wergirtin, hejmara kesên ku di vê erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 38 kesan.
Hat ragihandin ku di encama erdhejê de 181 avahî bi temamî hilweşiyane û zirar gihîştiye 3 hezar û 851 avahiyên din.
Rayedaran eşkere kir ku rawestîna xizmetên binesaziyê berdewam dike û xebatên bo gihandina elektirîk û gazê bo bi hezaran malbatên herêmê didomin.
Saziya Keşnasiyê ya Japonyayê (JMA) ragihand ku ji roja erdhejê ve heta niha zêdetirî 359 lerizînên paşgoyî hatine tomarkirin.