Cîhan
Helîkopterek ser serî ket nava behrê
PeyamaKurd- Li welatê Meksîkayê helekopterekî ku 12 kes tê de bûn bi ser serî ket nava behrê. Bûyera ku di kendava Clara de çêbû, helikopter û ew kesên di nava helîkopterê de hemû wezîfedar bûn û bi qaçaxçiyê masîgir re têkoşînê didan.
Her 12 kesên di helîkopterê de ji aliyê tekneyên masîvanan û botên rizgarkirinê yê peravên avê de hatin rizgarkirin. 9 kes hîç bi wan tiştek nebû lê 3 kes birîndar bûn û wan birin nexweşxaneyê.
Lêpirsîna di derbarê ketina helîkopterê de dewam dike.