Cîhan
Hersê welatan bo Tirkiyê: “Biryara ku em bidin dê pir mezin be”
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Yewnanistan Panos Kammenos ragihand ku: “ Heke Tirkiye, li ser mafên serweriya Qibris û Yewnanistan midaxeleyê bike, bersiva ku em bidin dê pir mezin be.
Rêveberiya Rûm ya Qibrisê, Yewnanistan û Îsraîl niha jî di qorepana parastinê de li herêmê teşebusa pêkanîna pergala mertalê dikin. Wezîrê Yewnan ragihand ku: “ Heke Tirkiye, li ser mafê serweriya Qibris û Yewnanistan midaxeleyê bike, bersiva ku em bidin dê pir mezin be. Dixwazim ev bê zanîn.
Wezîrên Berevaniyê yên hersê welatan li bajarê Larnaka ku bi ser Rêveberiya Rûm ya Qibrisê ve ye, beşdarî sempozyûma sanayiya berevanîyê bûn û li rojhilatê Behra Spî di warê ewlehiyê de biryara hevkariyê dubare kirin.