Hesda Seibî li dijî biryara Ebdulmehdî xwepêsandan li dar xist
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî mehek berê fermanek derxistibû û daxwaz kiribû hemû nûnergehên Heşda Şeibî yên li seranserê Iraqê bên daxistin.
Ji bo betalkirina vê biryara Ebdulmehdî Lîwa 30 ya ser bi Heşda Şeibî ya Mûsilê, xwepêşandanek li dar xist. Di xwepêşandanê de hat xwestin ku biryara derxistina Heşda Şeibî ji Mûsilê were betalkirin û hat gotin ku ji bo parastina bajêr bawerî bi çekdarên Heşda Şeibî heye.
Li aliyê din li beramberî şîeyên Mûsilê, beşek mezin suneyên Mûsilê jî dibêjin, kesên li Mûsilê xwepêşandan li dar xistine ji alîyê madî ve ji hebûna Heşda Şeibî sûdmend in.
Herwiha mayîn û nemana Heşda Şeibî li Mûsilê, atengeke din ji xelkê wî bajêr re derxistiye ku şêniyên bajêr bûne du beş. Aliyê şîeyan ku li Mûsilê serjimariya wan kêm e dixwazin Heşda Şeibî bimîne û sûneyên ku piranî ne naxwazin Heşda Şeibî bimîne.