TR KU SO
FB X
Cîhan

Hesda Seibî li ser êrîsên leskerên amerîkî daxuyanî da

Admin H
Nivîskar
📅 17 gulan 2019 22:48

PeyamaKurd – Milîseyên Heşda Şeibî yên girêdayî Îranê ku bi fermî di bin banê artêşa Iraqê de ne, ragihandin ku wan li dijî leşkerên Amerîkayê êrîş nekirine.

Yek ji rêberê Bizava Bedir ku di bin banê Heşda Şeibî de ye Kerîm Nûrî ragihand ku êrîşên li Iraqê li dijî leşkerên amerîkî hatine kirin ne ji aliyê wan pêk hatine.

Nûrî herwiha da xuyakirin ku hin hêzên bi Îranê re hevpeyman hene, lê ti têkiliya wan bi Heşda Şeibî re nîne û berpirsên wan êrîşên dijî leşkerên amerîkî jî ew bixwe ne.

Kerîm Nûrî got ku ew hêz beriya Heşda Şeibî li Iraqê hebûn û da zanîn, hêza Bedir û Heşda Şeibî beşeke fermî ya artêşa Iraqê ne û fermanê tenê ji Hêzên Çekdarên Iraqê distînin.

Parve bike: