TR KU SO
FB X
Cîhan

Hevpeymana Saîrûn kete opozisyonê û îstifaya Ebdulmehdî xwest

Admin H
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2019 20:49

PeyamaKurd - Hevpeymana Saîrûn a li Parlamentoya Iraqê ku Muqtedar es Sadr seroktiya wê dike, ji ber alozî, xwepêşandanan û bicih nekirina daxwazên xwepêşanderan ragihand ku ew dikevin opozisyonê û ji hikûmetê cuda dibin.

Hevpeymana Saîrûn şevê din eşkere kir ku wê karên xwe yên li nava parlamentoyê û rêveberiyê de veguhezin karê opozsiyonê û ji bo pêkanîna daxwazên xwepêşanderan gavan bavêjin.

Hevpeymana Saîrûn di civîna rojnamevanî de diyar kir ku erka hemû hêzên siyasî yên di nava parlamentoyarê de ye ku ji bo bersivdayîna daxwazên xwepêşanderan kar bikin.

Serokê Tevgera Sadr Muqteda Sadr û Hevpeymana Saîrûn daxwaz ji hikûmeta Serokwezîr Adil Abdulmehdî kirin ku dest kar berde.

Parve bike: