TR KU SO
FB X
Cîhan

Hevpeymaniya Nasr belawela bû: 6 Parlamenteran îstîfa kir!

📅 15 îlon 2018 05:55

PeyamaKurd - Li Iraqê 6 parlementerên Hevpeymaniya Nasr ragihandin ku, xwe ji endametiya Hevpeymaniyê vedikşînin.

Hat ragihandin, ku her 6 parlamenteran  dane zanîn, ku di demek nêz de dê grûbek nû ava bikin.

Parlementerên ku ji Hevpeymaniya Nesr dest ji kar berdan e, ev in: İhsan Suban Şibli, Ala Suker Delfi, Yusuf Kelabi, Hiseyin Macid Fayiz, Sevre Cevad Hifli û Riyaz Abbas Temimi…

Berî demekê bi pêşengiya Falih feyyaz hejmarek parlementerên din dev ki Hevpeymaniya Nesr berda bûn û Grûba Eta damezrandibûn.

Duhî Heyder Ebadî ragihandibû ku, naxwaze bibe Serokwezîrê Iraqê

Parve bike: