Hevpeymaniya Navdewletî ragihand: Em ji Minbicê derketin!
PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Têkoşîna Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, ragihand ku ew bi awayekî bi plan ji bakurê rojhilatê Sûriyê vedikişin û hêzên wan ji Minbicê derketine.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Myles B. Caggins, li ser hesabê xwe yê Twitter ragihand, “Hêzên Hevpeymaniyê bi awayekî bi plan ji bakurê rojhilatê Sûriyê vedikişin. Em ji Minbicê derketin.”
Herwiha hat zanîn ku hêzên hevpeymaniyê ji Minbic û Qereçoqê vekişiyane û ber bi Xirab Işkê ve çûne.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî hevdem îro 15ê Cotmehê ragihand ku hêzên hikûmeta Sûriyê tevahiya Minbicê û niştîngehên derdora wê kontrol kirine.
Hêjayî gotinê ye, piştî rêkeftina HSD û artêşa Sûriyê biryar hatibû dayîn ku hêzên hikûmeta Sûriyê kontrola sînorên ligel Tirkiyê û bajarê Minbic û çend deverên din bikin.
Piştî wê rêkeftinê û daxuyaniyên Erdogan, komên tundrew ên girêdayî Tirkiyê gotibûn ew dê Minbicê bistînin û dest bi êrîşan kiribûn.