Cîhan
Hewlêr: Dahatên derveyî petrolê li hesabê Wezareta Darayî ya Iraqê hatin razandin
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku dahatên derveyî petrolê yên meha Gulanê li hesabê bankayê yê Wezareta Darayî ya Iraqê razandine.
Wezareta Darayî û Aboriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro diyar kir ku, "Dahata derveyî petrolê ya Herêma Kurdistanê ya meha Gulanê li hesabê bankayê yê Wezareta Darayî ya Iraqê hatiye razandin."
Li gorî daxuyaniyê, li gorî biryara Wezareta Darayî û Aboriyê, 50,000,000,000 (pêncî milyar) dînarên Iraqî, ku dahatên derveyî petrolê yên herêmê yên meha Gulanê temsîl dikin, bi pereyê naqd li hesabê bankayê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal li şaxê Hewlêrê yê Banka Navendî ya Iraqê hatine razandin.