Heyetên Lubnan û Îsraîlê li Washingtonê civiyan
PeyamaKurd – Heyetên Lubnan û Îsraîlê ji bo şerê navbera Lubnan (Hîzbûllah) û Îsraîlê biqede û çarçova peyamana aştiyê bikin li Washingtonê hevdîtinekî pêkanîn.
Wezareta kar û barên derve ya Amerîkayê ragihand ku di civînê de balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê Yechiel Leiter û hemkarê wî yê Lubnanê Nada Hamadeh serpereştiya heyetan kirine. Di civînê de malxwoyiya malê, wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio kiriye û dîplomatên DYAyê Mike Needham, Michel Issa û Mike Waltz ji bo hêzankariyê bixin civînê tevlî bûn e.
Hîzbûllahê ragihand ku ew civîn û biryarên civînê ji bo Hîzbûllahê betal in.
Di civînê de Îsraîlê xwest ku çekên Hûzbûllahê deynin û peymanekî mayînde îmza bikin. Beyrûd jî xwest ku ewilî agirbes bibe. Lê Îsraîl heya hêza çekdarî ya Hîzbûllahê qels nebe, naxwaze agibes bibe.
Di civîna çapemeniyê de wezîrê karên derve Rubio behsa pêvajoyekî kir ku her tişt di heman wextê de nabe, jê re wext lazime.
Lê Rubio behsa Hîzbullahê kir ku ew 30 sale çekdare û ji bilî zerarê bide Lubnanê û xelkê ti karekî nekiriye.
Piraniya xelkê Lubnanê Xîrîstiyane û di salên 1970an de gelek pêşkeftî bû. Kengê Îran û Sûriye destê xwe xistin nav karê Lubnanê, ew çax Lubnan xwera bû. Hetta Şam karibû serokwezîrê Lubnanê yê berê Hariri bikuje jî ku mirovekî Xîrîstiyan bû.