Cîhan
Hêzên Îsraîlê li gundewarên Quneytra û Derayê bi cih bûn
PeyamaKurd - Hêzên Îsraîlê li gundewarên parêzgehên Quneytra û Derayê yên Sûriyê bi cih bûn. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, 6 wesayîtên leşkerî yên hêzên Îsraîlê tevlî vê tevgerê bûne.
Di vê çarçovê de, 3 wesayîtên leşkerî ji deriyê Ebû El Gîsar derketin û berê xwe dan bajarokên Cimle û Abidîn ên girêdayî herêma El Yermûk a Derayê, û ev hêz li herêma El Sewaniyê ya nêzî gola Abidîn bi cih bû.
Her wiha heman çavkaniyan diyar kir ku 3 wesayîtên din jî ji heman deriyî berê xwe dan gundê Seyda El Hanût ê girêdayî Quneytrayê.