Cîhan
Hikûmeta Libyayê bang li NY kir
PeyamaKurd – Serokatiya Hikûmeta Hevpeymiya Niştîmanî ya Libyayê (UMH) bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li hember tawanên hêzên Xelîfe Hafter berpirsiyariya xwe bicih werînin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya UMHê de ji êrîşa esmanî ya ser bajarê Merzukê ku 41 sivîlan di dawetekê de can dabû hêzên Hafter berpirsiyar hat dîtin û hat gotin, ew bang li NY dikin li dijî tawanên hêzên Hafter berpirsiyariya xwe bicih werînin û bilez lêpirsînê bidin destpêkirin.
Herwiha ji gelê Libyayê jî hat xwestin ku li hember planên hêzên Hafter ên şerê navxweyî bêhtir baldar bin.