TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîra hikûmeta demkî ya Libyayê banga derxistina leskerên tirk ji Libyayê kir

Admin H
Nivîskar
📅 26 nîsan 2021 02:46

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya niştîmanî ya Libyayê Necla el-Menguş, bangewazî kir ku leşkerên tirk jî di nav de hemû hêzên biyanî ji Libyayê werin derxistin.

Li gorî nûçeya Şerqûl Ewsetê ev daxuyaniya Mengûş tê wateya ku di hikûmeta demkî ya Libyayê de nakokî hene.

Mengûş îna borî bi parlamentarên îtalî re civiyaye û di wê civînê de jî bangewaziya derxistina leşkerên tirk ji Libyayê kiriye tevî hemû hêzên din ên biyanî.

Mengûş di wê daxuyaniya xwe de gotiye, wan bi Tirkiye û welatên din re ji bo derketinê dîyalog daye destpêkirin û di armanca xwe de bi biryar in û dixwazin hemû hêzên biyanî ji nav axa wan bên derxistin.

Li aliyê din Serokê Konseya Bilind a Libyayê Xalid el Mişrî ev daxuyaniya Mengûş rexne kiriye û gotiye, erka hikûmeta demkî nîne peymanên berê hatine kirin betal bike.

Parve bike: