Hizbullaha Iraqê: Ger Malikî û Sûdanî nebe, divê serokwezîr ji me be
PeyamaKurd - Berpirsê Ewlehiyê yê Ketîbeyên Hizbulahê Ebû Mucahid Esaf, bi daxuyaniyeke çarxalî sînorên lîstika siyasî û serbazî ya qonaxa bê li Iraqê diyar kir û xwest, eger Malikî yan jî Sûdanî ji Çarçoveya Hemahengiyê nebe serokwezîr divê serokwezîrê bê yê Iraqê ji fraksiyona wan be.
Esaf agirbesta dawî ya navbera Îran-DYAyê wekî "serkeftina miqawemeyê" bi nav kir û daxwaza mekanîzmeke nû ji bo hevahengî di navbera hêzên berevaniyê de kir.
Herwiha hişyarî da hikûmeta Kuweytê û peywendiya parastina Balyozxaneya Amerîkayê bi armanc negirtina herêmên Iraqê ve girê da. Esaf tekez kir ku armanca wan a sereke derxistina çekên Amerîkayê ji nav bajaran û bidawîanîna serweriya wan a di nav saziyên ewlehiyê de ye.
Esaf bal kişand ser krîza kursiya serokwezîrtiyê û mercên giran danîn pêşiya aliyên Iraqî û ragihand ku eger hevalbendên wan di Çarçoveya Hevahengiyê de nekarin Nûrî Malîkî an Mihemed Şiya Sûdanî bikin serokwezîr, divê serokê hikûmeta bê her ji fraksiyona wan be. Esaf diyar kir ku ew qebûl nakin "yek komele" destê xwe deyne ser her çar serokatiyan.