Cîhan
HKP ragihandina tehliya Nurullah Efe kir
PeyamaKurd – Partiya Rizgariya Gel ya Tirkiyê (HKP) reagihand ku Nurullah Efe ji zindana Maltepe ya Îstenbolê tehliye bûye. Komîta Navendê ya HKPê ragihand ku Nurullah Efe piştî 5 meh di zîndanê de maye, bi şertê di heftê de 4 roj here îmza bide asayîşê tehliye kirine.
Nurullah Efe, di 7ê Temmûzê de ji bo cezayê xwe yê 5 mehan di zîndanê de bikşîne şandibûn zîndanê. Komîta navendê ya HKPê weha got:
“Nurullah Efe têkoşîna xwe ya li dijî emperyalîstên DYA-YE û hevkarên wan yên cîh dewam dike û niha li ser karê xwe ye.”
Serokatiya giştî ya Nurullah Efe û hem endamtiya wî ji aliyê dadgeha Yargitayê de hatibû xistin û biryar tesdîq bûbû. Di kongrê de Mustafa Şahbaz kiribûn serokê giştî yê partiyê.