TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Ixdirê zarokekî ket kanala tehliya avê û mir

Admin M
Nivîskar
📅 11 hezîran 2026 20:38

PeyamaKurd – Li bajarê Ixdirê li gundê Çarûxa Jorîn (Yukarı Çarıkçı) zarokekî dema li ber mala xwe dileyîst wenda bû. Zarokê bi navê Harun Doğru dema wenda bû malbata wî û gundî bi hevre lê geriyan û ew di kanala tehliya avê de dît.

Dema tîmên pêwendîdar çûn ciyê rûdanê, dîtin ku Harun Doğru can daye. Doğru li qepaxê kanala tehliya avê eliqî bû. Cenazê Harun Doğru birin morga nexweşxana dewletê ya Nevruz.

Parve bike: