Kurdistan
Li bajarê Ixdirê ereba leşkeran wergeriya: 1 mir û 2 birîndar hene
PeyamaKurd – Li bajarê Ixdirê li navça Aralikê li nêzî gundê Emince, ereba ku leşkerên qereqola Şehit Bülent Aydın hildigirt, ji kontrola ajotvan derket û wergeriya. Di encamê de leşkerekî can da û 2 leşker jî birîndar bûn.
Li ser wergerîna erebê gelek tîmên tenduristiyê, cendirme, asayîşê û tîmên rizgarkirinê çûn ciyê qezayê.
Di kontrola tîmên tenduristiyê de dîtin ku leşkerekî di qezayê de can daye. 2 leşkerên birîndar birin nexweşxana dewletê ya Nevruz Erez ya Ixdirê.
Rewşa her 2 leşkerên birîndar rewşa wan çawaye nehat ragihandin.