Kurdistan
Li bajarê Sêwasê minibusa xwendevanan û ereba polîsan li hev ketin: 16 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Sêwasê li taxa Dort Eylulê minibusa ku xwendevanan hildigirt û ereba polîsan li hev ketin. Di encamê de 13 xwendevan û 3 polîs birîndar bûn.
Minibusa ku C.G. dajot, di rê de bi ereba polîsan re li hev ket. Piştî qezayê tîmên tenduristiyê û polîsan çûn ciyê qezayê. Li ciyê qezayê kontrola birîndaran kirin û wan bi ambûlansan birin nexweşxanên li bajêr.
Parêzgerê bajarê Sêwasê Yılmaz Şimşek û rêvebirê asayîşa bajêr Ahmet Alaağaçlı çûn nexweşxana dewletê ya bajarê Sêwasê ji bo seredana birîndaran.