TR KU SO
FB X
Cîhan

HRANA: Rejîma Îranê di Hezîranê de 127 kes bidarve kirin

Admin H
Nivîskar
📅 23 hezîran 2026 16:34

PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a HRANAyê di rapora xwe ya nû de binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê belav kir û eşkere kir ku di meha Hezîranê de zext, girtin û cezayên bidarvekirinê bi awayekî berbiçav zêde bûne.

Li gorî HRANAyê di meha Hezîrana îsal de li Îranê herî kêm 127 kes hatine darvekirin. Herwiha dadgehan cezayê darvekirinê li ser 19 kesên din birîye û cezayê darvekirina 12 kesan jî hatiye pesend kirin.

Di raporê de hat gotin ku beşeke mezin ji van cezayan peywendiya wan bi dozên xwepêşandan û nerazîbûnên vê dawiyê yên gelên Îranê re heye.

HRANAyê da zanî ku di nav vê mehê de 809 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin. Li gel vê yekê, 16 caran bangkirina bo dadgehê, 8 dozên dadgehê, 8 caran serdegirtina malan û 698 caran jî destdanîna ser mal û milkên welatiyan hatiye tomarkirin.

Hate diyarkirin ku di heman mehê de, 94 caran mafên girtiyan hatiye binpêkirin. Di nav van binpêkirinan de; 2 mirinên bi guman di girtîgehan de, 49 caran agahdarnebûna ji çarenûsa girtiyan, 107 dozên nezelal, 29 caran qedexekirina dîtina parêzer û 21 caran jî bêparbûna ji xizmetguzariyên bijîşkî hene.

Dawiyê jî hate gotin ku 2 girtiyan ji bo nerazîbûna li dijî şert û mercên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirine.

 

Parve bike: