TR KU SO
FB X
Cîhan

HSD: Operasyona Bexdadî bi sopandina me ya 5 mehan hat encamdan

Admin H
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2019 23:16

PeyamaKurd – Piştî ragihandina operasyona kuştina Serokê rêxistina terorîst DAIŞê Ebubekir Bexdadî, berdevk û berpirsên HSDê civîneke rojnamevanî li dar xistin.

Berpirsê Têkiliyên Derve yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl ragihand ku operasyona kuştina Ebûbekir Bexdadî dê zûtir bihata kirin lê belê ji ber êrîşa Tirkiyê ew operasyon mehekê bi paş ketiye û got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump jî bi fermî ragihand û zanyariyên nû belav kirin.

‘Zanyariyên îstixbaratî me dan’

Rêdûr Xelîl da zanîn, “Operasyona kuştina Ebûbekir Bexdadî bi zanyariyên îstixbaratî yên me û şopandina me ya 5 mehan hatiye encamdan.”

Xelîl herwiha got, operasyona kuştina Ebûbekir Bexdadî, tolhildanek ji bo hemû kesên ku ji DAIŞê ziyan dîtine û taybet jinên Kurd ên Êzidî bû.

‘Bexdadî li herêma jêr kontrola Tirkiyê hat kuştin’

Berdevkê HSDê Kîno Gabrîel jî bal kişand ser rola wan di operasyonê de û got, “Bexdadî di operasyonek hevbeş de hate kuştin. Ev operasyon dê bi rastî beriya mehekê bihata kirin, lê ji ber êrîşên Tirkiyeyê heta niha derengî ket.”

Berdevkê HSDê da zanîn, “Bexdadî li herêmekê di bin kontrola dewleta Tirk de hate kuştin. Ev jî têkiliya dewleta Tirk bi DAIŞê re bi eşkere datîne holê. Raya giştî ya navneteweyî divê vê yekê baş bibîne.”

Parve bike: