Trump: Em difikirin vîdeoyên operasyona Bexdadî belav bikin
PeyamaKurd-Serokê Amerîkayê Donald Trump li baregeha hewayî ya bi navê Marylandê pirsen rojnamevanan bersivand. Trump got ev dawiya heftê bo Amerîkayê hefteyeka bi îhtîşam bû. Trump li ser mijara operasyona Ebûbekir Bexdadî weha got:
“Me zilamekî girt ku diviya me berê gelek wî bigirta. Lê mixabin nehat girtin. Bû sedema xesareka mezin. Em difkirin ku videoya operasyonê belav bikin. Belkî perçe bi perçe em belav bikin.”
Rojnamevan di derbarê operasyonê de pirsin bê bo çi agahiyê nedaye serokê meclisa temsîlkaran û serokê komita îstîxbaratê?Trump bersiveka balkêş da rojnamvenan:
“Gelo hun zanin me çima agahiyê neda meclisa temsîlkaran û serokê komîsyona îstîxbaratê Adam Schiff? Ji ber ez difkirim ku Schiff li Washingtonê kesê ku herî agahiyê dide der û dor. Hun vêya dizanin, ez jî dizanim, em tev dizanin. Ew siyasetmedarekî bê exlaqe. Kes heya niha yekî weka wî ku agahiyan dide derve nediye.