Kurdistan
Trump: Sûngirê Bexdadî jî hat kustin
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand, kesê yekemîn ku bikeve şûna serokê rêxistina terorîst DAIŞê Bexdadî hat kuştin.
Trump li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Ji aliyê hêzên taybet ên Amerîkayê ve kuştina yek nimre yê şungirê Serokê DAIŞê Ebubekir Bexdadî hat piştrastkirin. Ew êdî mirîyek e!”
Piştî operasyona kuştina Bexdadî ya 27ê Cotmehê hatibû îdiakirin ku ji nav rêxistinê kesê bi navê Hecî Abdullah Afari yê bi navê rastîn, Abdullah Kardaş hatiye destnîşankirin ku ew bi xwe jî efserekî heyama Sedam Hûsên bûye.
Lê hîn nayê zanîn bê Trump qesta wî dike yan kesekî din.