TR KU SO
FB X
Cîhan

HSDê serkeftina xwe ragihand

Admin H
Nivîskar
📅 23 adar 2019 15:28

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi rizgarkirina Baxozê re herêma dawî ya DAIŞê li rojhilatê Sûriyê bi temamî kontrol kir û serkeftina xwe ragihand.

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî li ser hesabê twitterê ragihand, “Baxoz hat rizgarkirin û serkeftina leşkerî bi ser DAIŞê de hat.”

Mistefa Balî ev serkeftin diyarî hemû malbatên şehîdan û birîndaran kir û got: “Bi qubanîdana wan lehengan ev serkeftin pêk hat.”

Balî got, “Piştî çend salan ji dana qurbaniyên giran, mizgîniya nemana dewleta xîlafetê didin û soza berdewamiya şer û dûvçûna li dû çekdarên revyayî heta serketina yekcarî didin.

Parve bike: