HSDê û Esed li ser firotina neftê li hev kirin
PeyamaKurd – Piştî ku hefteya borî li ser dabeşkirina elektrîka Bendava Tebqayê Rêveberiya Xweser a Rojava û hikûmeta Beşar Esed li hev kiribûn, vê carê jî li ser firotina petrola bin kontrola HSDê bo rejîma Sûriyê li hev kirin.
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku HSDê û rejîma Esed li ser firotina neftê li hev kirine ku ji sedî 70yê çavkaniyên petrolê di bin kontrola herêmên HSDê de ne.
Li gorî çavkaniyan, hikûmeta Esed ji bo xwe ji krîza sotemeniyê rizgar bike û kargehên petrolê bo parzûnkirina benzîn û mazotê bixebitîne bi HSDê re li ser kirîna petrolê rêkeftin pêk aniye.
Di naveroka vê rêkeftinê de jî hatiye diyarkirin, dê HSD petrola xav ku ji qada Petrolê ya Tanakê derdixe bermîla wê bi 41 dolaran bifiroşe hikûmeta Sûriyê.
Hêjayî gotinê ye, Hezîrana sala borî jî HSD û rêveberiya Esed li ser pevguhertina binkeyên petrolê yên El Omerê bi binkeyên Dêrazorê re li hev kiribûn.