TR KU SO
FB X
Cîhan

HUDA PARê rexne li AKPê girtin

📅 07 tîrmeh 2018 01:03

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavûz, îfade kir ku ev sîstem teşwîqa sûcan dike û xwe vedişêre û qurbanan dide pêş û got: 'Heger di sîstemekê de exlaq winda bûbe û hiqûq ji holê hatibe rakirin sîstem bi xwe sûc hildiberîne û civakê dixe nava gunehan. Pergala niha bi xwe sûc hildiberîne û vî miletî ber bi felaketê ve dibe.'

Yavûz, di axavtina xwe de îfade kir ku lazim e bi sûc û bi kesên sûcdar re baş micadele bê kirin û temamê rêyên diçin bal sûcan bi destê dewletê bên girtin û wiha got, 'HUDA PAR bawer dike ku edalet û rûmet ji bo însanîyetê nebe nabe'.

Parve bike: