Cîhan
Erdogan bi Serokê HUDA PARê re civiya
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, li Koşka Serokomariyê pêşwazî li Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapıcioglu û şanda pê re kir.
Di hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî hate kirin de, naveroka civînê nehate eşkerekirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, demek berê jî Erdogan Serokê Giştî yê BBPê Mustafa Destici qebûl kiribû.
Ev hevdîtin di demekê de pêk tên ku hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyeyê ji nû ve di rojevê de têne nîqaşkirin.