TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê HUDA-PARê re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 13 mijdar 2019 00:33

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi şandeke bilind a Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) ya bi Serokatiya Serokê partiyê Ishak Saglam re civiya.

Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hat gotin ku di civînê de, tekezî li ser giringiya xebata aştîxwaz a gelê Kurd û rêzgirtin li daxwazên wê yên rewa û çareserkirina dadperwerane ya pirsa Kurd hate kirin, ku faktorê sereke yê aştî û aramiyê li navçeyê ye.

Herwiha di civînê de, giringiya pêwendiyên dostane yên gelê Kurdistanê û gelên herêmê hate bibîrxistin.

Serokwezîr Barzanî doh 11ê Mijdarê jî bi şanda ji Bakurê Kurdistanê ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) bi seroktiya Mesûd Tek kiribû.

Parve bike: