TR KU SO
FB X
Cîhan

Hukumeta Misrê ruxset da 62 dêrên qaçax

Admin M
Nivîskar
📅 30 berfanbar 2020 05:22

PeyamaKurd – Li welatê Misrê di bin serokatiya serokwezîr Mustafa Medbûlî de civînekî çêbû û bo dêrên ku avahiyên wan qaçaxin efûya îmarê derxistin û biryara dayîna ruxsatan dan. Berdevkê hukumetê Nadir Sad bi nivîskî ragihand ku biryarê dane da ruxseta 62 dêran bidin.

Di sala 2016 an de qanûna îmarê derketibû û heya niha bo 1800 avahiyan ruxsatê dane. Bi vê munasebetê serokwezîr Medbûlî sersala xelkê Misrê jî pîroz kir.

Di wexta serokê Misrê Husnu Mubarek de bo dêrên nû îzin nedidan û hem îzna nûhkirina dêrên kevin jî nedidan.

Li gor reqemên fermî; li Misrê nûfûs %10 Xirîstiyanin. Lê Dêra Ortodoksan dibêje li Misrê 15 mîlyon Xirîstiyan hene û nûfûsa Misrê 101 mîlyone.

Parve bike: