Cîhan
Hûsiyan dîsa êrîsî Si’ûdî ‘Erebîstanê kirin!
Hat ragihandin ku Li Yemenê Hûsiyên ku Îran wan destek dike, dîsa bi moşekên balîstîk êrîşî Si’ûdî ‘Erebîstanê kirin.
Parastina hewayî ya Si’ûdiyê ev moşek li hewayê îmha kirine.
Hûsiyan jî daxuyaniyek dan û wiha gotin: Me li herêma Cazan êrîşî Tesîsa Aramco ya Petrolê kir.
Ev demeke dirêj e ku car caran Hûsî bi moşekan êrîşî Si’ûdî ‘Erebîstanê dikin. Di êrîşa roja duşemê de sivîlek hatibû kuştin û du sivîl jî birîndar bûbûn.