Cîhan
Hûsiyên Yemenê ji hêzên hukumetê 40 kesan serbest berdan
PeyamaKurd – Serokê Hûsiyên Yemenê Abdulmelîk el-Hûsî ji bo ajansa SABA yê ya Hûsiyan ragihand ku wan 40 kesên hukumeta Yemenê serbest berdane. 40 kes li noqteyên ku ji aliyê Hûsiyan de hatibûn kontrolkirin de hatibûn girtin wan li Sanayê serbest berdane.
Li ser mijarê heya niha di derbarê berdana 40 kesan de hukumet ti ragihandinekî nekir.
Ji 2 yê nîsanê de di navbera Hûsiyan û hukumeta Yemenê de ji bo 2 mehan agirbes hatibû ragihand.