Cîhan
Di êrîşa Husiyên Yemenê de 7 kesan can da
PeyamaKurd - Rêveberê Bendava El-Muhayê ya li herêma Taizê Abdulmelik eş-Şarabi ragihand ku di êrîşên ku Husiyên bi piştgiriya Îranê ji 9ê Tebaxê vir ve pêk tînin de 7 kesan canê xwe ji dest dane.
Eş-Şarabi diyar kir ku di van êrîşên bi balafirên bêmirov û fûzeyên balîstîk de nêzîkî 16 milyon dolar zirara madî gihîştiye tesîsê û ji ber van rîskan xebatên deryavanî û bazirganî yên li bendavê bi temamî hatine rawestandin.
Hat ragihandin ku di encama êrîşan de ji hêzên ewlehiyê 4 kes û ji xebatkarên bendavê jî 3 kes hatine kuştin.