Cîhan
Du doktorên ji Sûriyê di êrîşa Yemenê de hatin kuştin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku şeva borî li başûrê Yemenê bajarê Edenê, di encama êrîşeke çekdarî ya li ser mala Wezîrê Dewletê û Parêzgarê Edenê Ebdulrehman Şêx de, hejmarek kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Nivîsgeha Parêzgarê Edenê ragihand ku di dema pevçûnê de, du bijîşkên Sûrî yên hevjîn ên bi navên Samîr Hesen û Semahîr Mûsa, dema di cihê bûyerê re derbas dibûn rastî gulebarana bêserûber hatin û li wir jiyana xwe ji dest dan.
Ev her du bijîşk li nexweşxaneyeke nêzîkî cihê êrîşê dixebitîn. Jêderên ewlehiyê dan zanîn ku di vê êrîşê de leşkerek jî hatiye kuştin û 4 leşkerên din birîndar bûne.
Herwiha kesê êrîşkar jî ji aliyê hêzên asayîşê ve hat dorpêçkirin û raste rast hat kuştin.