ÎDÎA - Esed hinek rêveberên saziyên dewletê guherandin
PeyamaKurd - Li gorî ragihandinên li ser medya civakî yên alîgirên hikûmeta Sûriyê Serokê Sûriyê Beşar Esed serokên hin ajansên serdest ên ewlekariyê guherandin ku di nav de general Cemîl Hesen ku ji sala 2009an ve serokatiya rêveberiya agahdariyên esmanî dike jî heye.
Rûpelan wek Bazên Laziqiye û Tora Zindî ya Homsê îro Yekşemê rqagihandin ku li şûna Hesen cîgirê wî general Xesan Îsmaîl hatiye destnîşankirin.
Hîn derbarê van nûçeyan de ti piştrastkirin ji aliyê hikûmetê ve nehatiye ku kêm caran dewleta Sûriyê nûçeyan girêdayî ajansên agahdariyê belav dike.
Li gorî parvekirinên medya civakî, rêveberiya agahdariyên giştî niha ji aliyê general Husam Lûqa ve tê birêvebirin û general Nasêr el-Elî jî niha berpirsê rêveberiya ewlekariya siyasî ye.
Herwiha balyozê berê yê Sûriyê li Urdunê Behcet Sulêman jî hinek nav li ser rûpela xwe ya facebookê û li ser Twîtera xwe belav kirin.