TR KU SO
FB X
Cîhan

Îdîaya balkês ji çapemeniya Îranê

📅 20 îlon 2018 01:53

PeyamaKurd - Li gor medyaya Îranê, Malpera Al Buwabe li Urdinê bal kişandiye ser piştgiriya Siûdiyan ji koma Mucahidînê Xelq: Ev rapora asta piştgirîya darayiyê ya Rîyazê ji vê komê diselimîne.

Li gorî Îranê Mesûd Xudabende yek ji endamên berê yên komê ku berpirsê meseleyên ewlehiyê ya vê komê bûye, li hevpeyvîna digel malpera Al Buwabê gotiye: Ew û Mesûd Recewî serkirdê wê demê yê komê di sala 1989ê de bi iskorta hêzên Seddam çûne Erebistanê û dema vegerê 3 ton Zêr û herî kêm 4 çante tijî sietên Rolex digel xwe anîne.

Wî endamê payebilind ê berê yê komê di vê raporê de gotiye: Rayedarên Siûdî ew xelatana li nav dezgeha ewlehiya Tirkî Bin Feysel Alê Siûd serokê wê demê yê Dezgeha Istixbaratê ya Erebistanê û Melik Evdila Bin Evdilezîz paşayê berê yê Erebistanê raberî endamên Mucahidînê Xelq kirine.

Îdîaya Îranê wiha didome: "Zêr û kel û pelên din ên giranbiha bi saya tacirên ser bi Erebistanê li bazarên qaçax li Emman paytexta Urdinê dihatin firotinê û diravê wan jî bo hesabên endamekî Mucahidîn li welatên derveyî Kendava Besrayê dihat veguhestin."

Parve bike: