TR KU SO
FB X
Cîhan

Îdîaya ku 28 xebatkar bi izin hatibûne dûrxistin!

📅 10 cotmeh 2018 02:57

PeyamaKurd - Erebistana Siûdî derbarê mijara Cemal Kaşikçi ku çûbû Konsolosxaneya li Stenbolê û dû ra serwenda bubû da pispor û rayedarên têkildar ên Tirk vexwendin ku Konsolosxaneya li Stenbolê ziyaret bikin.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, di notaya ku rayedarên Siûdî ji Wezareta Karên Derva ra şand da pispor û rayedarên têkildar ên Tirk hatin vexwendin ku Konsolosxaneya li Stenbolê ziyaret bikin.

Di notayê da wiha hat gotin:

"Qraltiya Erebistana Siûdî rêzên xwe pêşkêşî Komara Tirkiyeyê ya bira dike û ji ber ku Qraltiya Erebistana Siûdî girîngiyê dide zelalbûna meseleya wendabûna hemwelatiyê Erebistana Siûdî Cemal Ehmed Kaşikçiyê kurê Hemze û herwiha ji ber rêgeza hevkariya ligel hikûmeta Komara Tirkiyeyê, pispor û rayedarên têkildar ên Tirk vedixwîne ku Konsolosxaneya li Stenbolê ziyaret bikin."

Kaşikçi sêşema çûyî seba miemeleyên fermî çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê û paşê tu xeber jê nehatibû hildan.

Ji aliyekî din di medyaya Tirkiyê de hat îdîakirin, ku roja Kaşikçi winda bû 28 kesên hemweletiyê Tirkiyê ku li Konsolosxaneyê karkerin bi sedema civîna dîplomatan wê rojê bi îzin hatibûne dûrxistin.

Parve bike: