Îlahîyatnasê Tirk Ihsan Eliaçik: Serokê DAISê jî bi sûr xutbe xwendibû
PeyamaKurd - Do 24ê Tîrmeha 2020an roja Înê, piştî 86 salan yekem nimêja Înê li dêr û muzexaneya Ayasofyayê (Hagia Sophia) hat kirin. Serokê Diyaneta Tirkiyê jî bi şûr wekî nîşaneya fetihkirinê derket ser minberê.
Îlahiyatnasê Tirk İhsan Eliaçik, li ser xutbeya nimêja înê ya Serokê Diyaneta Tirkiyê Ali Erbaş li Ayasofya bi şûr xwend got, ‘‘ Eleqeya xutbeya bi şûr tê xwendin, bi Qur’anê re tune ye. Serokê DAIŞê jî bi şûr xutbe xwendibû’’
Îlahîyatnas û nivîskarê Tirk İhsan Eliaçik, di derbarê dêr û muzexaneya Ayasofya ya bû mizgeft û piştî 86 salan cara yekem îbadet lê hat kirin û di xutbeya înê ya Serokê Diyaneta Tirkiyê Ali Erbaş bi şûr xwend de, li ser hesabê xwe yê twitterê ramanên xwe parve kir. Eliaçik di parvekirinên xwe de diyar kir, ‘‘Eleqeya xutbeya bi şûr tê xwendin, bi Qur’anê re tune ye. Ji dilbijandina kevnşopiyên şer ên Fîrawûn û Mogolan tê û ev xeletiyek e. Divê pêşiya van xeletiyên dîrokî bên girtin. Serokê DAIŞê jî li Bexdayê bi şûr xutbe xwendibû.’’