Îmamoglu bo cara duyemîn mazbataya xwe wergirt û bi fermî dest bi kar kir
PeyamaKurd – Namzedê Partiya Komariya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu ku bû Şaredara Bajarê Mezin a Stenbolê, mazbataya xwe ya destbikarkirinê wergirt. Îmamoglu erkê serokatiyê ji Parêzgarê Stenbolê û Cîgirê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wergirt.
Ve mazbata ikinci kez geldi... @ekrem_imamoglu pic.twitter.com/l1gvJ8dNEY
— Barış Yarkadaş (@barisyarkadas) 27 Haziran 2019
Serokê Hilbijartî yê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu çû Saziya Hilbijartinê ya Bajarê Stenbolê (YSK) ya li Çaglayanê. Îmamoglu li Saziya Hilbijartinê ya Bajarê Stenbolê mazbataya xwe ya destbikarkirinê wergirt û derbasî avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya li Saraçhaneyê bû.
Îmamoglu erkê xwe yê nû ji Parêzgarê Stenbolê û Cîgirê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ali Yerlikaya di merasîma li avahiya Saraçhane ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat lidarxistin, wergirt