Rejîma Îranê kampa PDK-Î ya li Koyê cara duyemîn bomberan kir
PeyamaKurd - Di rojekê de cara duyemîn, balafirên bêmirov (UAV) ên xwekuj êrîşî kampên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê kirin. Di êrîşa duyemîn a îro de, navenda medyayê ya partiyê ya li "Kampa Azadî" rasterast bû hedef.
Navenda medyayê bû hedef
Li gorî çavkaniyên fermî yên di nav PDK-Î de, êrîşa duyemîn îro berî nîvro qewimî û tê de avahiya navenda ragihandin û medyayê ya partiyê hat hedefgirtin. Her çend zirarên madî yên mezin gihîştibin avahiyê, hat ragihandin ku di vê êrîşê de tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye.
Êrîşa yekem û zirarên canî
Êrîşa yekem a îro serê sibê saet 08:50an de li dijî kampên ku malbatên pêşmergeyan lê dimînin hatibû kirin. Di encama wê êrîşê de, li gorî zanyariyên dawî, kesek bi giranî birîndar bûye û ji bo dermankirinê hatîye veguhestin bo nexweşxaneyên Hewlêrê.
Her çend tu aliyekî bi fermî berpirsiyariya van êrîşan negirtiye ser xwe, PDK-Î di daxuyaniyeke fermî de artêşa Îranê û Spaha Pasdaran wekî berpirsiyar nîşan dan.
Piştî kuştina serkirdayetiya Tehranê, rejîma Îranê hewl dide bi hedefgirtina Herêma Kurdistanê têkçûna xwe veşêre.