Cîhan
Îmarat: Êrîşên Îranê yên ser Kurdistanê şermezar kir
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îmaratê di daxuyaniyekê de êrişên mûşekî û dronî yên Îranê yên ku rasterast Herêma Kurdistanê, Îraq, Behreyn, Kuweyt û Urdun kirine armanc, bi tund şermezar kirin.
Îmaratê ev êriş wekî binpêkirina eşkere ya serweriya welatan û gefeke rasterast di ser ewlehî û aramiya herêmê de binav kir û piştgiriya xwe ya temam ji bo hemû gavên parastinê yên van welatan diyar kir.
Di heman demê de, li gorî agahiyên Dijeterora Kurdistanê, berbangê 10 dronên bombekirî li esmanê bajarê Hewlêrê ji aliyê hêzên Hevpeymanan ve hatine têkbirin û xistin.
Hat ragihandin ku di encama xistina van dronan de ti zirarên giyanî peyda nebûne.