Cîhan
Îmarat serkonsolosê xwe ji Lubnanê vekisand
PeyamaKurd – Piştî Erebistana Si’ûdiyê, Bahreyn û Kuweytê Îmaratan jî ragihand ku serkonsolosê xwe ji Lubnanê vekişandiye.
Îmarat di ser ajansa xwe ya fermî WAM ê de di derbarê krîza dîplomatîk ya ku bi welatên Kendavê û Lubnanê re dijîn daxwuyanî da. Îmarat di daxwuyaniya xwe de ragihand ku hinek rêvebirên Lubnanê di derbarê hevkarê wan Erebistanê de gotinên ku nayên qebûlkirin serf kirine û Îmarat jî di wê çarçoveya hevkariyê de serkonsolosê xwe bi paşde vekişandiye. Di daxwuyaniyê de her weha hatiye gotin ku wê hemwelatiyên Îmaratan neçin seredana Lubnanê.