TR KU SO
FB X
Cîhan

Înflasyona Tirkiyeyê: TUIK; 64,86 / ENAG; 129,11

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 05 sibat 2024 21:18

PeyamaKurd - Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK) û Koma Lêkolînên Înflasyonê (ENAG) daneyên xwe yenînflasyon meha yekem a salê eşkere kirin.

Li gor daneyên TUIKê înflasyona meha Çileyê bûye ji sedî 6,70, înflasyona salane jî bûye ji sedî 64,86.

ENAG ku her meh bi rêjeya înflasyonê ya xwe derdikeve pêşberî raya giştî ya Tirkiye û bakure Kurdistanê, heman daneyan ji sedî 9,38 û ji sedî 129,11 ragihand.

Li gorî daneyên TUIK'ê, înflasyona 12 mehan bi navencî ji sedî 54,72 ye. Înflasyona koma kinc û pêlavan ku di çileyê de li gorî heman meha sala 2023'an herî kêm zêde bûye û bûye 40,62. Koma sereke ya ku herî pir zêde bûye jî bi ji sedî 92,27 xwaringeh û otêl in.

Di komên lêçûnên sereke de koma sereke ya ku di Çileyê de li gorî meha borî herî hindik zêde bûye ji sedî -1,61 cilûberg û pêlav û koma sereke ya ku herî pir zêde bûye jî ji sedî 17,68 tendurustî ye.

Ji 143 sernavên bingehîn ên ji alî endeksê ve hatine hewandin (Li gor Armancê Dabeşkirina Xerca Kesane (asta 5an a COICOPê), ji Çileya 2024an pê ve, di endeksa 8 sernavên bingehîn de kêmbûn pêk hatiye û endeksa 4 sernavên bingehîn jî neguheriye. Her wiha endeksa 131 sernavên bingehîn jî zêde bûye.

Parve bike: