İngiltere: Îran dixwaze aboriya dinyayê rehîn bigre
PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Îngîltere Yvette Cooper di civîna NATO ya wezîrên karên derve de axifî. Wezîra di axaftina xwe de got ku Îran çûnûhata di Hurmizê de asteng dike û ev hewla rehîne sitendina aboriya dinyayê ya ji aliyê Îranê de tişteka şermê ye.
Wezîrên karên derve yên welatên endamên NATO li Îsveçê li bajarê Helsingborgê civiyan û mijareka wan jî pirsgirêka Hurmizê bû û yeka dinê jî ciyê DYAyê di nav NATO de bû.
Yvette Cooper di civînê de ragihand ji bo parastina azadiya seyrûseferê Îngîltere û Fransa serepereştiya hewlan dikin. Destekê dan ji bo vekirina bi temamî ya rêya avê û gotin ku krîza Hurmizê di asta navdewletî de bandorê raste rast li ser petrolê û bihayê gubrê kiriye.
Di civînê de, wezîra karên derve ya Fînlandiya Elina Valtonen jî got ku wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio gotiye ku girêdana xwe ya bi NATO re dubare kiriye û wê DYA ji nav NATOyê venekişe û di navNATO de bimîne.